Almanya 2021’an bi buhayê mîlyar û 510 mîlyon Euro çek firotin

Dewleta Alman ku xwe weke navenda demokrasî û parstina mafan binav dike, yek ji bazirganên şer ên herî mezin e.
Tenê sala 2021’an, Almanya bi buhayê mîlyarek û 510 mîlyon Euro çek firotine.
Welatê ku herî zêde bûye xwediya van çekên kujer jî dewleta Tirk e..
Patiya Çep dibêje ev çek di êrişên li dijî gelên Sûrî, Iraq û Lîbyayê têne bikaranîn.

Parlementera Partiya Çep a Almanyayê, Sevîm Dagdelen têkildarî bazirganiya çekan pêşniyarpirsek pêşkêşî wezareta aboriyê kir.

Ji bersivdayîna wezaretê derket holê ku Almanya sala 2021’an bi buhayê mîlyarek û 510 mîlyon Euro çek firotine.

Ji sedî 60 van çekên giran jî bûye para welatên NATO û Yekîtiya Ewrûpay.

Li gorî encamên derketî holê jî yek ji wan welatên ku herî zêde Almanya çek firotinê, dewleta Tirk e.

Parlementera Çep Sevîm Dagdelen têkildarî mijarê got;

Dewleta Tirk a huqûqa navneteweyî binpê dike, çekan li Iraq, Sûrî û Lîbyayê bikar tîne.

Her wiha Enqere vê yekê dike amûra gefxwarina li Yûnanistan û Qibrisê jî.

Tevî vê rastiyê, hukûmeta Alman hê jî dest ji firotina çekan a ji bo dewleta Tirk kêm nake.

Tirkiyê ji salên 90’î ve çekên ku ji Almanya dikre, di kuştina gelê Kurd de bikar tîne.

Herî dawî bikaranîna tank û panzerên Alman di êrişa dagirkirina Efrînê de bibû sedema gelek nerazîbûnan.

Back to top button