Amerîka: Em ê êrişên xwe li dijî çekdarên Îranê bidomînin

Amerîkayê ragihand ku dê êrişên xwe yên li dijî çekdarên Îranê yên li Sûriyê û Iraqê dewam bikin.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan duh piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî bi nêt e êrîş û tedbîrên din li dijî komên girêdayî Îran dewam bike.

Li gor wî, bi biryara Serokê Joe Biden, dê rêzeêrişên din li dijî wan pêk bînin.

Rojên în û şemiyê jî Amerîkayê rêzeriş li hindirê Sûriyê, Iraq û Yemenê pêk anîn û di encamê de 39 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Ev jî wekî bersiva kuştina 3 leşkerên amerîkî li Urdinê ye.

Lê belê Îranê hişyarî da Amerîkayê ku eger destwerdan li hindirê welatê wê bibe, dê bersiveke din bide.

Ji nîvê meha cotmeha sala borî ve, bêtirî 165 caran baregehên amerîkî li Sûriyê û Iraqê hatine armanckirin.

Amerîkayê êrişî çekarên Îranê li Sûrî û Iraqê kirin

Back to top button