Artêşa Sudanê bajarê Nyalayê bomberan kir

Li Sûdanê şerê navxweyê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn didome.
Artêşa Sûdanê bajara Nyalayê bombebaran kir.
Di vê bombebaranê de li gorî Hêzên Piştgiriya Lezgîn hejmara mirî û birîndaran 118 kesî derbas kiriye.
Her wiha Îstîxbarata leşkerî ya Sûdanê gelek çalakvanên sîvîl ku êrîşên artêşê red dikirin, girtin.

Di encama bombebarana artêşa Sûdanê ya li Nyalayê de bi dehan kes mirin

Balafirên şer ên artêşa Sûdanê li bajarê Nyala ya paytexta eyaleta Darfura Başûr a di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de ye zêdeyî 100 sivîl kuştin û birîndar kirin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku balafirên şer ên artêşa Sûdanê taxên Riyaz, El-Mesanî, El-Mustekbel, El-Selam, Xertûm, navenda bajarê El-Derwah û navenda firqeya 16’an a bajarê Nyala bombebaran kirin û di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.

Têkildarî hejmara mirî û birîndaran amarên zelal nehatin eşkerekirin, Hêzên Piştgiriya Lezgîn ragihand ku hejmara mirî û birîndaran ji 118’an derbas bûye.

Hejmara mirî û birîndaran gihişt 118’an

HDK’ê di dawiya Cotmeha borî de, piştî têkçûna Firqeya 16’an a Artêşa Sûdanê li eyaleta Darfura Başûr, bajarê Nyala kontrol kir.

Paşê wî eyaletên Darfûra Rojava, Navîn û Rojhilatê xist bin kontrola xwe û herêmeke mezin li derveyî eyaleta Darfura Bakur û paytexta wê el-Feşîr kontrol kir.

Şahîdên bûyerê anîn ziman ku bombebarana bajarê Nyala bi tundî û dijwar bû, firokeyên Antonov hatin bikaranîn û bi dehan bermîlên bombekirî bi ser taxên bajêr de hatin avêtin.

Ev êrîş yek ji mezintirîn bombebarana asmanî bû ku ji aliyê artêşa Sûdanê ve ji dema ku bajar di 26’ê Cotmeha sala borî de ketibû destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn.

Çalakvanên sivîl hatin girtin

Di vê navberê de, îstixbarata leşkerî ya artêşa Sûdanê hejmareke mezin ji çalakvanên civaka sivîl, xebatkarên alîkariyên mirovî, endamên partiyên siyasî, rojnamevanên çalak ku berdewamiya şer li gelek bajarên welêt red kirin, girtin.

Ji dema ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarê Wad Medenî û parêzgeha El Cezîrê girt û hêzên artêşê ji van deveran vekişiyan, alîgirên rêjîmê hewl dan ku civakên sivîl û eşîran li dijî Hêzên Piştgiriya Lezgîn kom bikin.

Bîlançoya şer a li Sûdanê

Back to top button