Îsraîlê bi moşekan êrişê herêma Kafar Sûsa ya Sûriyê kir

Îsraîlê carek din êrişê herêma Kafar Sûsa ya Sûriyê kir
Navenda Çavderiya Mafê Mirovan a Suriyê jî eşkere kir ku êriş li dijî kesayetekî Îranê çêbuye.
Pasdarên Şoreşa Îranê jî piştrast kiribu ku di êrîşa meha Çileyê de 4 endamên wan di êrişa îsraîlê ya li Şamê de hatine kuştin.

Îsraîlê îro danê sibê li herêma Kafar Sûsa ya Sûriyê bi moşekan êriş kir.

Çavkaniyan diyar kirin ku ji taxa Kafar Sûsa ya li başûrê paytexta Sûriyê Şamê dengê teqînan hatiye bihîstin û duman ji herêmê rabûye.

Di nûçeyên ku di çapemeniya hikumeta Şamê de cih girtin, hat îdiakirin ku di êrîşên roja Çarşemê yên 21ê Sibatê de li paytext Şamê gelek mûşekên Îsraîlê li avahiyeke ketine.

Devera ku êrîş lê hat kirin, mazûvaniya gelek apartmanên niştecihbûnê, dibistan, navendên çandî yên Îranê ye û pir parastî ye ku ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tê bikaranîn.

Di Sibata 2023’yan de hat ragihandin ku ev herêm dîsa bûye hedefa êrîşên Îsraîlê û di encama êrîşê de pisporên leşkerî yên Îranê mirin.

SANA: Êrişa ji hêla Îsraîlê ve hatiye kirin

Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA di nûçeya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku bûyera dawî ‘êrîşa Îsraîlê ye’.

Di êrîşê de tu agahî derbarê kuştî û birîndaran de nehatin, şahidan anîn ziman wan gelek teqînên li dû hev li herêmê bihîstine.

Derbarê mijarê de hêj Îsraîlê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Di meha Çile de hatibû îdiakirin ku avahiyek li taxa Maze ya paytext Şamê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin.

Pasdarên Şoreşa Îranê jî piştrast kir ku di êrîşê de 4 endamên wan hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku êriş li dijî kesayetek girêdayî Îranê ye û di encamê de teqînên mezin li Şamê çêbû ye.

Back to top button