Nagîhan Akarsel cihê xwe di dilê her jinê de avakir

Nagîhan Akarsel..Vê jinê bi pênûs û dengê xwe têkoşîn û zanistan jinan derxist pêş.
Bi mîrasa xwe ya tijî ked cihê xwe di dilê her jinekî de girt.
Û bû mîrasek ji jinên ku maf û dîrokê wan hatibû windakirin.

Bi pênûs û dengê xwe têkoşîn û zanistan jinan derxist pêş.

Bû mîrasek ji jinên ku maf û dîrokê wan hatibû windakirin.

Bi mîrasa xwe ya tijî ked, xebat û hezkirina ji welatê xwe, cihê xwe di dilê her jinekî de girt.

Wê Ji bo afirandina zîhnî û zanistî ya pêla şoreşa jin bi salan ked da heta kêliya dawî ji jiyana xwe.

Em behsa Nagîhan Akarsel, endama Akademiya Jineojiyê dikin.

Nagîhan Akarsel sala 1976’an li gundê Xêlîkan yê bajarê Konya yê Tirkiyê ji dayik bûye.

Nagîhan xwendina xwe li cihê ji dayîk bûyî temam dike, yekem derketina wê ya ji gund, çûna zanîngehê bû.

Li Zanîngeha Gazî ya Enqerê li beşa ragihandinê xwend.

Wê jiyana ku dixwest bibîne, li nava Yekitiya Ciwanên Kurdistanê dibîne.

Di nava rêbaz û fikra Rêber Apo de ew heskirin û evîna nîştiman dibîne û zû dikeve bin bandorê.

Nagîhan ji ber fikir û çalakiyên xwe yên li zanîngehê ji sala 2001 ta 2007’an di girtîgehê de dimîne.

Piştî ji girtîgehê derdikeve di navbera salên 2008-2014’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcle kar dike.

Nagîhan di damezrandina yekem ajansa jinan (NU JINHA) de cihgirt.

Wê çend salan li Akademiya Jineojiyê ya li Başûrê Kurdistanê xebatek berfireh da meşandin.

Û îmzeya xwe danî bin gelek lêkolînên ji bo azadiya jinan li Kurdistanê û derveyî welat.

Nagihan Akarsel tevayî jiyana xwe ji bo lêgerîna li pey nûbûn û pêşketinê veqetand.

Diçû kuderê hest, enerjî û baweriya xwe li wê derê belav dikir.

Di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo pêşxistina jin û civakê xebat kir.

Hertim li dijî hişmendiya mêr-dewletê şer kir parastina cewherê jin û civakê dikir.

Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’an di encama êrişkeke çekdarî de li pêşiya mala xwe li taxa Bextiyarî ya Silêmaniya Başûr şehîd bû.

Bi hezaran ne tenê cenazê wê, soza pêk anîna erk û berpiryartiya wê girtin ser milê xwe.

Back to top button