Bûyera jehrî kirina xwendevanên keç dewame

Nerazîbûna li Roljhilatê Kudistanê û Îranê bidawî nabe.
Dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê serî li her cure rê û rêbazan dide.
Herî dawî jî xwendekarên keç li gelek dibistanan hatin jehrî kirin.
Li dijî vê yekê li seranserê Îranê banga greva giştî hate kirin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi pêşengtiya jinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê despê kirî, di meha xwe ya 6’an de ye.

Lê heta niha jî dewleta Îranê di desthildata xwe de bi îsrare.

Her wiha ji bo tepisandina serhildanê serî li her cure rê û rêbazên dij exlaqî dide.

Bi taybetî jinên pêşengiya serhildanê dikin têne armanckirin.

Ev nêzî sê mehin bi awayek bi guman li gelek dibistanên keçan bûyerên jehrîbûnê rû didin.

Li gor daneyan heta niha bêtirî hezar xwendekar, mamosta û karmendên dibistanan bi jehrê ketine.

Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan li 60 dibistanî ev bûyer rûdidin.

Jehrî kirina xwendekaran bi taybetî li zanîngeh û dibistanên Qum, Tahran û çend bajarên din pêkhatine.

Tevî sê mehin ev êriş li ser xwendekarên jin pêktên, heta niha bi fermî sedemê vê mijarê nehatiye eşkerekirin.

Lê xwendekar û welatiyan dan zanînê ku dewlet hewil dide bi vê yekê re, tolê hilînin û serhildanê bitepisîne.

Li dijê vê kiryarê dewleta Îranê gelek kes daketin qadan û bi dirûşmeyan deshilat şermezar kirin.

Rêxistina Xwendekarên Şoreşger ên Tahranê jî têkîldarî vê mijarê daxuyaniyek belavkir.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê banga greva hiştî hate kirin

Di daxuyaniyê de hate gotin, beşek berçav ya civakê bûye hedefa sucên terorîstî ên dewleta Îranê.

Rêxistinê da zanîn ku ev sûc plankiriye û divê demek ji ya din zûtir dawî lêwer û kesên berbipisyar werin cezakirin.

Ji bo vê yekê Rêxistina Xwendekarên Şoreşger ên Tahranê ragihandin ku ewê dijî vê yekê, dibistanan boykot bikin û greva giştî ragihandin.

Her wiha Rêxistinê bang li mamostayan jî kir da ku tevlî grevê bibin.

Back to top button