Efrîn..Rêxistinên Qeterî li navçeya Mabetlî mizgeftan ava dike

Dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê roj bi roj demografiya Efrînê diguherin.
Niha jî Rêxistineke Qeterî mizgeftekê li navçeya Mabatilî ava dike.Û li aliyekî jî ji bo diziya şûnewaran, Çeteyên Siqûr Elşemal mizgefta Gemrûk hilweşandin.

Dewleta Tirk a qirker ji roja êrişa dagirkeriya ya li ser Efrînê û heta niha li pey guhertina demografiya herêmê ye.

Niha jî dewleta qirker bi piştevaniya Rêxistineke Qeterî, mizgeftan ava dike.

Hate ragihandin ku mizgeft li gundê Ereb Şîho yê navçeya Mabetlî tê avakirin.

Balkêşe mizgeft li gundên piraniya xwe mesheb û baweriyên cuda têne çêkirin.

Di nava salên dawiyê de, Rêxistinên Qeterî li Efrînê zêde bûne.

Ev rêxistin, ji bo peydakirina pêwistiyên jiyanî û xizmeta çeteyan kar dikin.

Çete li Efrînê malên welatiyan bo xwe difiroşin

Li kêleka vê jî malên Efrîniyan weke yên wanin difiroşin.

Efrîn POST ragihand ku kesê bi navê Ebd Elmuhîn Ebdullah ê ji Hemayê mala welatiyê bi navê Mihemed Hesen firotiye.

Hate diyarkirin ku Hesen ji xelkê Badîna ya Racoyê ye û mala wî ya li taxa Eşerefriyê ya Efrînê li hember 1200 dolarî hate firotin.

Çeteyên Suleyman Şah jî mala Mihemed Fetihî li hember 600 dolarî firotin kesekî ji Helebê.

Çeteyên Siqûr El Şemal mizgefta gemrûk hilweşandin

Tora Çalakvanên Efrînê jî dîmenek par ve kir ku tê de çeteyên Siqûr Elşemal mizgefta Gemrûk dihilweşînin.

Li gorî nûçeyê çeteyan bi hinceta derz ketine mizgeftê ew hilweşandine.

Xelkê herêmê jî dibêjin, çete ji bo lêgerîna şûnewaran ev mizgeft hilweşandine.

Piştî 5 rojan ji kîsê mirinê derxistin

Malên wan di hilweşînin, demografiya wan diguherin û zimanê wan qedexe dikin.

Rastiya dewleta Tirk a qirker li Efrînê pêk tîne jî eve.

Mîna ev jî têrê nake, welatiyan bi saxî dixin gorê.

Piştî ku cenazeyê welatiya Kurd a bi navê Zîndevan Mihemed Seydo ji bin kavilan tê derxistin.

Piştî 5 rojan di kîsê ji bo veşartinê de dimîne ku tê zanîn ew saxin.

Paşê ew yekser dibin nexweşxaneyekê li Idlibê û li wir piştî 15 rojan jiyana xwe ji dest dide.

Birayê hevjînê Zîndevan diyar dike ku ji ber xemsarî û bêalîkariyê Zîndevan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button