Ayşe Acar Başaran: Tecrîda li Îmraliyê siyasî ye

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku pergala li Girtîgeha Îmraliyê gefê li pêşeroja gelan dixwe û got: “Ev pergal, bi her awayî pergaleke siyasî ye. Têkoşînên li dijî vê jî divê ne hiqûqî, lê siyasî bin.”

Ev 21 sal in, tecrîdeke girankirî li ser Rêber Ocalan pêk tê.

Dewleta Tirk jî hin bi hin vê yekê hîna girantir dike.

Di 23’yê Îlonê de, 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn.

Li hemberî siyasetên tecrîdê, bi pêşengtiya KCD û HDP’ê partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistan 2’ê Cotmehê pêngava “Em bibin yek, tecrîdê bişikînin û azad bibin” dan destpêkirin.

Parlementera HDP’ê Ayşe Cara Başaran têkildarî vê yekê dibêje:

“Li Îmraliyê rejîmeke hiqûqî tune ye.

Pergaleke ku ji qanûnên neteweyî û navneteweyî hatiye bidûrxistin, heye.

Eger em di çarçoveyeke hiqûqî de nêzî pergala Îmraliyê bibin, em ê xwe bixapînin.

Ev pergal, bi temamî pergaleke siyasî ye û têkoşîna li dijî vê jî divê ne hiqûqî, lê siyasî be.”

Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze pêşî li projeya netewa demokratîk bigire

Parlamentera HDP’ê girtin û binçavkirinên li Bakurê Kurdistanê bi bîr xist, her wiha behsa binpêkirinên dewleta Tirk li derve jî kir, ku piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, li Başûrê Kurdistanê jî êrîşan pêk tîne.

Eyşe Acar, armanc ji van siyasetan jî, tepisandin û fetisandina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Ocalan li dijî feraseta neteweya tekparêz ber pêş kiriye, nîşan da.

Parlamentera HDP’ê Eyşe Acar di dawiyê de destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de, pêşeroj û hêviya ji bo aştiyê ya gelan tê tecrîdkirin.

Ji lew re Eyşe banga nîşandayîna helwesteke hevpar ji bo şikandina tecrîdê li gelê Kurd kir.

Back to top button