Xistina Ixwanan bo lîsteya terorê li pêş Kongressa Amerîkî ye

Ji bo xistina Ixwan el-Muslimîn li nav lîsteya terorê, projeqanûnek li pêş Kongressa Amerîkî ye.

Senatorê komarî û endamê komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Amerîkî Ted Cruiz, ji bo xistina rêxistina Ixwanan bo lîsteya terorê, projeqanûnek arasteyî Senatoyê kir.

Cruiz bang li wezareta derve ya Amerîkayê kir ku “ji ber piştevaniya darayî didin terorîstan, divê Ixwanan bixin lîsteya terorê”.

Senatorê komarî diyar kir, ev projeqanûn ji bo şerê Amerîka li dijî terorê, pir girîng e û got:

Gelek welatên Ereb ku hevkarên me ne, gihîştin wê encamê ku Ixwan rêxistineke terorîst e û dixwaze tevliheviyê li Rojhilata Navîn belav bike.

Herî dawî, desteya zanyarên herî mezin li Erebistana Si’ûdî, Ixwan, rêxistina terorîst a xirab bi nav kir, her wiha meclisa fetweya Şer’î ya Îmarat jî Ixwan weke rêxistina terorîst destnîşan kir.

Back to top button