Di salvegera 7’emîn a rizgarkirina Şengalê de fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan.
Fîlim li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate pêşandan.
Fîlmê “Nameyên ji Şengalê” cara yekê li Rojava tê pêşandan.
Film ji aliyê Komîna Rojava û Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin.
Fîlm balê dikişine ser êş û azarên ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li Şengalê hatine jiyîn, rizgarkirina xelkên Şengalê û berxwedana şervanan.
Her wiha fîlim di sala 2019`an bi dawî bûne.
Fîlm di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya li Londonê hatiye lidarxistin, hatiye pêşandan.
Derhênerê fîlm Dersim Zêrevan axivî û got: “Em vê xebata xwe diyarî wan şehîdan dikin ku ji bo azadiya Şengalê têkoşîneke mezin nîşan dane û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Fîlm ji 6 beşan pêk tê û sibe beşa duyem li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo were pêşandan.