HDP’ê derbarê teqîna taksîmê de daxuyanî da

Li Stenbolê li ser rêya Îstiqlalê teqînek çêbû. Di teqînê de 6 kas mirin û 53 kes jî birîndar bûne.

Li cadeya herî qelebalix a Taksîmê, di saetên êvarî de teqînek çêbû ku sedemê wê nehat zanîn.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand ku di teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 53 kes jî birîndar bûne.

Li gorî dîmenên ku hatî parvekirin, gelek zirar li derûdorê jî bûye.

Gelek ekîbên tenduristiyê berê xwe dan cihê bûyerê.

Têkildarî teqînê hîna daxuyaniyek rasmî nehatiye dayîn.

Serdozgeriya Komara Stenbolê têkildarî teqînê lêpirsîn da destpêkirin.

Piştre Dadgeriya Ceza û Silhê ya Stenbolê, qedexe weşanê ragihand.

HDP’ê têkildarî teqîna li Cadeya Îstîklala Taksîma Stenbolê de daxuyaniyek da û got: “Em ji ber teqîna li Stenbolê gelek xemgîn û dilbikul in.

Êşa me mezine, ji bo welatiyên me, yên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê li wan be û ji birîndaran re jî şifaya xêrê û ji gelê me re jî sersaxiyê dixwazin.”

Back to top button