Parêzer Çelîk: Divê ji bo azadiya Rêber Ocalan xebat zêdetir bibin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sernavê ‘Azadiya Rêber Ocalan’ konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de parêzer Omer Çelîk axivî û got: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetir xebat bên meşandin.”

Di konferansê de Omer Çelik ê ku du serdeman Hevserokatiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê kir û di heman demê de parêzerê Rêber Abdullah Ocalan e, di konferansê de amade bû û got: “Herî dawî CPT’yê hevdîtinek bi Rêber Ocalan re pêk anî û hûrgiliyên vê hevdîtinê ne ji me re ne jî ji çapemeniyê re nehat parvekirin.

Ji ber ku CPT xebatên xwe di çarçoveya siyasî de dike.

Em her meh daxwaza hevdîtina asayî ya bi parêzerê wan re dikin, lê yan nayên bersivandin yan jî di bin navê ‘cezayên dîsîplînê’ de tên redkirin.”

Çelîk da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya birêz Ocalan û girtiyên din di hemû dîplomasiya Ewropa û cîhanê de bidomînin û got ku divê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan zêdetir xebat bên meşandin.

Back to top button