Li Qeladizê li dijî dagirkeriyê îmze tên komkirin

Li bajaroka Qeladizê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrişên dewleta Tirk a dagirker îmze hatin berhevkirin.

Li bazara bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn vê êvarê ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kampanya komkirina îmzeyan hate destpêkirin.

Kampanya komkirina îmzeyan bi awayek germ ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazî kirin.

Bi riya kampanyayê wê ji civaka navneteweyî were xwestin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê werin rawestin.

Piştî ku îmze hatin komkirin wê pêşkêşî rêxistinên navteweteyî werin kirin.

Back to top button