Bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kongre TAJÊ bi dawî bû

Kongreya 2. ya TAJÊ bi biryar û soza mezinkirina têkoşîn û avakirina civakekî azad, demokratîk û azadîxwez a jinê bi dawî bû.

kongreya 2. ya TAJÊ bi dirûşmeya, “Emê Xwe Ji Fermanê Biparêzin Azadiya Jin û Civakê Misoger Bikin” îro bi bejdariya 20 delegeyan destpêkiribû bi biryarên girîn bi dawî bû.

Hin xalên giring ên biryarnameyê wiha ne:

Di biryaran de TAJÊ Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê YJŞ’ê weke hêza xwe ya parastinê qebûl dike.

Koordînasyona TAJÊ ji 9 kesan tê avakirin û bi awayekî sîstematîk bi sîwana jinên Êzidî ya Ewropa re din nav pêwendiyan de be.

Bi gelemperî biryarên ku hatin xwendin bi erêkirina hemû beşdervanan hetin qebûlkirin.

Di kongreyê de biryar hate girtin ku ala TJAÊ bê guhartin û her 2 sal carekî kongreya xwe li darbixe.

Meclîsa TAJÊ hate bilbijartin û endamên meclîsê di dawiyê de soza bîkanîna erka xwe dan.

Kongra bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gernadina govandê bi dawî bû.

Back to top button