Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kirin ku ger dewleta Tirk êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûrî bike wê hêzên ku wan diparêzin vekişin ser sînor da ku parastina herêmê bikin. Ev yek jî wê bandorek mezin li ser rewşa ewlehiyê di zindanan de bike û rê bide DAIŞ ku carek din zindî bibe.
Di civîna çapemeniyê ya ku duh li darketiyê de, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid bersivên pirsên rojnamevanan dan.
Ebid Hamid El-Mihbaş di bersivdanekê de bibîrxist ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyên xwe ve ji bo pêkanîna mekanîzmaya ewlehiyê pabend bû.
Lê belê li ser zimanê serokkomarê Tirkiyê gefên bênavber û ne rewa li dijî herêmên me berdewam in.
El-Mihbaş daxuyakirin ku me cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê xilas kir.Divê hevalbendên me yên bi me re şer kirine, parastina destketiyan bikin.
El-Mihbaş hişyariya êrîşkirina dewleta Tirk a muhtemel kir û wiha anî ziman:
Ger ku dewleta Tirk êrîşê Bakûr û Rojhilatê Sûrî bike wê encameke xirab ê koçberî û penaberiyê derxîne holê.
Mihbaş der barê çarenûsa girtiyên DAIŞ`ê yên di zîndanan de bersiva da û diyarkir ku dibe ku hêzên ku wan diparêzin vekişin ser sînor da ku parastina herêmê bikin.
Ev yek dê bandorekê li ser rewşa ewlehiyê di zindanan de bike û dibe ku DAIŞ`î û biyaniyên 55 dewletan derkevin.
Mihbaş di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku cîhan der barê gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekê bigre û gefên Tirkiyê beramberî herêmê rawestîne.
Her wiha Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid helwesta Koalisyona Navneteweyî û vekişandina wê ji hin nuqteyên sînor weke helwesteke ne layiq binav kir.