Li ser sînorê rojhilatê Sûdanê, ewlehiya welat girtina 500 çekên Tirkî yên bi qaçaxî derbas bûbûn, ragihand.
Berdevkê polîsa Wîlayeta Qedarif a Sûdanê ragihand ku hêzên wan li herêma Qilûd a sînorî, zêdeyî 500 çekên Tirkî yên bi rêya qaçaxê derbasî welêt bûbûn, girtin.
Li gorî polîsê, ev operasyon piştî lipeyketinekê pêk hat, lê endamên torê reviyan û çekên xwe yên li pişta devehan kiribûn, li paş xwe hiştin.
Çavkaniyên ewlehî yên Sûdanî jî, tiliyên tawanbariyê dirêjî rêxistina Ixwan el- Muslimîn kir.