Li Nînewayê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

9 çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya operesyonên li dijî DAIŞ’ê li Iraqê de hatin girtin.

Ajansa Istixbaratî ya Iraqê ragihand ku Duşemê hêzên Ewlehiyê li parêzgeha Nînewayê operasyoneke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî.

Di vê operesyonê de, 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Êvara Yekşemê jî, hêzên istixbarata Iraqî li Kerkûkê, hin cebilxaneyên çeteyan desteser kiribûn.

Çeteyên DAIŞ’ê stasyona kehrebê ya bajarokê Gulale şewitand

Li bajarokê Gulalê yê Xaneqinê jî, şeva borî komeke çeteyan xwestin bikevin taxa Şehîdan a Gulale, lê hêzên Iraqî rê li pêşiya wan girt û şer qewimî.

Li gorî agahiyên, di encama êrîşê de stasyona keherbê ya Gulale hat şewtandin.

Back to top button