
Hêzên Îranî li ser sînorê Baneyê û Kirmaşanê êrîş bir ser kolberan û 2 kolber hatin birîndarkirin.
Malpera Kolber News’ê ragihand ku hêzên Îranê li dijî kolberan li ser sînorê Baneyê û li Kirmaşan 2 êrîş pêk anîn.
Li gorî malperê, ji ber êrîşê, 2 kolber hatin birîndarkirin.
Li ser sînor Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî aşût ket û li wir 6 kolber winda ne û heta niha xebatên lêgerîn berdewam in.