Deshilata Îranê zexta ji bo sergirtina jinan zêde kir

Deshilata Îranê, ji bo zexta li ser jinan careke din rêbazên xwe yên berê bikar tîne.
Polîsên exlaqî bi rêbaza çavdêriya komî jinên ku rêgezan binpê dikin tesbît dikin û hişyar dikin.
Rêxistina Efû ya Navnetewî got: Deshilatê zexta bo sergirtina jinan zêde kiriye.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) rexne li kontrolên vê dawîyê yên hêzên Îranê li ser jinan dikin, kir.

Rêvebera Giştî yê rêxistinê Agnès Callamard di raporeke ku îro hat weşandin de got:

“Îro, kontrolên tund bi çavdêriya girseyî ya jinan di maşîne û deverên herêmên xwe de têne kirin.”

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, bêtirî milyonek jinên ku ji nîvê Nîsanê ve li Îranê di rê de bûn, ji aliyê polîsan ve hatine tehşîskirin û bi rêya nameyên SMS hatine hişyarkirin.

Jinên ajokar yên vê hişyariyê cara duyemîn jî binpê dike, maşîneya wê tê desteserkirin.

Alîgirên hikumetê li welêt bi mehan e bang li rêveberiya siyasî û olî dikin ku helwestek tundtir li hember opozîsyonê bigirin.

Di vê çarçoveyê de “polîsên exlaqê” ku demek berê xebatên wan hatibûn rawestandin, di 16’ê Tîrmehê de dîsa dest bi dewriyeyan kirin û cil û bergên jinan kontrol kirin.

Rêxistinê ev pêngav weke “hewldaneke rayedarên Îranê ji bo vegerandina serwerî û desthilata xwe” bi nav kir.

Li Îranê reforma cezayên bo sernegirtin!

Di raporê de, rexneyên tund li reforma nakokbar ya cezayê bû sergirtinê derbikevin tê kirin.

Ev biryar wê di demek nêzîk de wê li parlamentoya Îranê bikeve dengdanê.

Rêxistinê diyar kir cezayên ku tên plankirin, wê bi giranî bandorê li mafên mirovan ên jinan û taybet civakî û aborî bike.

Di xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” de bêtirî 500 kes hatin kuştin

Di 16’ê Îlona 2022’an de jina ciwan a kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê “polîsên exlaq” ve bi hinceta pora xwe bi temamî negirtibû, hate kuştin.

Ev yek li nava welat bû sedema nerazîbûnan.

Di çalakiyên li welat pêk hatin de, 500 xwenîşander hatin kuştin û nêzî 20 hezar jî hatin girtin.

Ji girtiyan 7 kes hatin darvekirin.

Her wiha bêtirî 100 kes cezayê darvekirinê li wan hate birîn.

Back to top button