Li Awûstralya bi dehan balîna li peravan asê man; 51 mirin

Li Rojavayê Awûstralya bi dehan balîna li peravên deryayê derketin ser axê.
Tevî hemû hewildanan pisporan hewil dan careke din balînayan vegerînin nava deryayê.
Lê tevî vê yekê jî bêtirî 50 balîna mirin.

Servîsa Park û Jîngeha Awûstralyayê bi daxuyaniyekê got:

“Mixabin, di şevekê de 51 balinan di encama derketina wan ya li ser bejahiya Cheynes Beach de mirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dilxwazên Servîsa Park û Jiyana Kovî dixebitin ku 46 baliyên ku hîn sax in bigihînin nava avê.

Serê sibeha Sêşemê keriyê balînayan li berava Cheynes Beach pir nêzîkî deverên avjeniyê ne hatin dîtin.

Piştî nîvro dema ku keriyê balinan her ku diçû nêzî bejahiyê dibû, rayedarên Wezareta Pirrengî, Parastin û Herêmên Taybet ketin nava fikaran.

Li gorî saeta herêmî saet 16:00’an êdî piraniya bejahiyê bi balînayan tejî bûbû.

Ber bi danê êvarê ve, rayedaran li ser peravê kamp ava kirin da ku rewşa balînayan bişopînin.

Gelek dildar jî beşdarî xebatê bûn.

Ji gel hat xwestin ku ji ber ewlehiyê dûrî peravê bikevin.

Li peravên Skotlandê 55 hûtên avê mirin

Back to top button