Çarenûsa peymana Nûkleerî ne diyare

Di çareserkirina pirsgirêka bernameya nukleerî ya Îranê de hîn gav nehatiye avêtin.
Ji bo çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ya li ser bernameya nûkleerî ku li Îranê kêmî hefteyekê maye.
Êdî Îran wê çavdêrîkirina navendên nûkleerê asteng bike.
Rêveberê Ajansê wê serdana Tahranê bike.

Çarenûsa Peymana Nukleerê ya 2015’an di navbera Îranê û welatên rojavayî de hatibû îmzekirin hîna ne diyare.

Serokê berê yê DYA Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yek alî xwe ji peymanê vekişandibû.

Ji bo peyman mîna berê ji nû ve bikeve meriyetê, hewldan dewam dikin.

Piştî ku pêkanîn ji nû ve lê hate ferzkirin, Îranê heta astekê dest bi hilberîna nukleerî kiribû.

Parlamenta Îranê ku muxafazakar lê serdest in, meha Kanûnê biryarek da ku ev biryar, danûstandinan zehmet dike.

Parlamentê biryar dabû ku protokola li Peymana Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî hate zêdekirin, bê rawestandin.

Bi vê biryarê re madeya ku navendên nukleerê yên Tehranê ji lêkolîna çavdêrên siyasî re vedikin jî betal dike.

Parlament dixwaze, madeya navborî heta rakirina pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê, kiribû.

Ev biryar wê ji 23’ê Sibatê û pê ve bikeve meriyetê û karên nukleerî yên Îranê wê êdî nikaribe bê şopandin.

Bi destpêkirina serdema serokatiyê ya Jeo Biden re ku soza vegera li Peymana Nukleerê dabû, hêviyên li ser mijarê zêde bûn, lê hîn jî çareserî peyda nebûye.

Birêveberê IAEA’yê dixwaze biçe tehranê

Birêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Gafael Grossî ku di çareserkirina pirsgirêkê de navbeynkariyê dike jî diyar kir ku biryara 23 Sibatê jê re hatiye ragihandin.

Grossî dema ku rapor pêşkêşî nûnerên welatên endamên Ajansê dikir, ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê dibe ku biçe Tehranê.

Lê belê Grossî agahî neda ku ev serdan kengî pêk were yan jî Îranê qebûl kiriye yan na.

Grossî cara destpêkê û ya herî dawî di Tebaxa 2019’an de çûbû Tehranê.

Back to top button