Hefter: Navbera me û Erdoganê bêmejî de, wê tenê fîşek hebin

Fermandarê giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter got ku ew ê dersên hişk bidin artêşa Tirk û çeteyên wê, û wê ti carî dagirkeriyê ser xaka Lîbyayê qebûl nekin.

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, li pêşiya şervanên artêşê bertekên tûj derbarê dagirkeriya Tirkiyê li welêt nîşan dan.

Xelîfe Hefter got:

“Erdoganê bêmejî careke din behsa hebûn û mîrasa pabîrên xwe li ser xaka me dike.

Em jî dibêjin wî, ku wê jibilî fîşekên me wê nebin berisv ji dagirkeriyê re.”

Hefter ragihand ku ew ê li dijî destwerdana dewleta Tirk a li karûbarên Lîbyayê bisekinin û wiha anî ziman:

”Tirk, 300 salî li Lîbyayê man û gelê Lîbyayê ti carî xêr ji wan nedît.

Gelê Lîbyayê wê hemû dagirkeran ji xaka xwe derxe û em qebûl nakin ku careke din welatê me were dagirkirin.”

Back to top button