Hikumeta Tûnisê gel bi sûcên derxistina aloziyê tawanbar dike û gel jî nerazîbûna xwe hîna nîşan dide.
Li Tûnisa paytext û gelek bajarên dîtir, ev çend roj in xwepêşandan bi sloganên li dijî desthilatdariyê û taybet li dijî tevgera Ixwanan tê lidarxistin.
Xwepêşandaner, li dijî têkçûna rewşa aborî û aloziya siyasî ya li welêt, li qadan in.
Parlamenterê Tûnisî Mincî el-Rehwî ji ragihandinê re diyar kir ku armanca van xwepêşandan rastkirin û duristkirina xeta siyasî ye.
Yekşemê pevçûn navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de rû dan û wê rojê bi tenê, li gorî raporên Wezareta Hundir, 632 kes hatin girtin.