Li rojavayê Nîjeryayê, teqînek pêk hat, 4 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê bi daxuyaniyekê diyar kir, duh bombeyeke li devera Dîva ya rojavayê welêt, teqiya.
Di encamê de, 4 leşkerên Nîjeryayê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê yekser ev êrîş girt ser xwe.
Hefteya borî jî li bakur rojhilatê Nîjeryayê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de,13 leşker hatibûn kuştin.