Almanya: Têkiliya Ewropî bi Tirkiyê re ne cihê razîbûnê ye

Almanya teqez kir ku têkiliya Ewropî bi Tirkiyê re ne baş bû û banga bipêşveçûnê kir.

Duh Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas serdana Enqereyê kir û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re rûnişt.

Maas teqez kir ku rûdanên par ên navbera YE û Tirkiyê çêbûn, hinek birîn li şûna xwe hiştin û got:

Me nîqaşin der barê Rojhilatê Deryaya Spî de kir û em naxwazin dîsa rûdanên neyînî bijîn, ji lew re ya giring em her li pey nîşaneyên erênî bikevin.

Me babetên bi-kêşe giftûgo kirin û ew ne babetine bêçare ne û em dikarin bigihêjin çareyeke adil.

Wezîrê Tirk Çavuşoglu jî kêfxweşiya xwe bi destpêkirina danûstandinên navbera Yûnanistan û NATOyê û danûstandinên dê li Stenbolê jî pêk bên, anî ziman.

Her wiha bal kişand ser pêşniyara serokkomarê Tirkiyê Erdogan a ji YE re şandibû jî, ku “divê konferanseke taybet bo Rojhilatê Deryaya Spî were lidarxistin”, lê Wezîrê Tirk diyar kir ku heta niha ti berisv ji YE nehatiye.

Back to top button