Li bajarê Erzeromê êrişê mîtînga CHP’ê hate kirin

Erdogan bi êrişan dixwaze pêşiya têkçûna xwe bigre
doh êrişê partiya CHP û partiya çepên kesk hate kirin
Li bajarê Erzoromê alîgirên erdogan êrişê mîtînga CHP’ê kirin û gelek kes birîndar bû.

Di hilbijartina bakurê kurdistan û Tirkiyê re çend roj ma, Erdogan ê ku wenda dike niha bi êrişan ve dixwaze pêşiya têkçûna xwe bigre

Doh li ber çavên polîsên Erdogan mîtînga partiya Kiliçdaroglu li bajarê Erzoromê rastî êrişan hat.

Di êrişê de serokê şaredariya stenbolê Ekremîmoglu hate hedefgirtin,

Ekremîmamoglu dema ji gel re diaxivî komeke ku 200 kesan pêk tê li ber çaven polîsan bi keviran êrişê Îmamoglu kir.

Di encama vê êrişê de gelek kes birîndar bûn.

Lê ji ber baldariya Îmamoglu pêşî provakosyoneke mezin hate girtin.

Li bajarê Mersînê êrişê Partiya Çepên Kesk hate kirin

Li navçeya Tarsûs a bajarê Mersînê jî komeke nijadperest a MHP’î êrişî wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk kir.

Hate ragihandin doh bûyer piştî nîvro rû da 20 kes pêşiy wesayîtê digrin bi dar, kêran êrişê 7 xebatkarên diwesayîtê de dikin

Di encama êrişê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn û lastik û camên wesayîtê jî hatin perçekirin.

Li Dêrsim, Cizîr, Hatay û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Back to top button