Li Mexmûrê şehîd Viyan û Bahoz hatin bi bîranîn

Li Wargeha Mexmûrê gerîlayên HPG û YJA-Star’ê Viyan Ozgur û Bahoz Çiya ku li cih û demên cûda şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî hatin bi bîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê nasnameya gerîlayên şehîd hatin xwendin.

Di merasîmê de, Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen axivî, sersaxî ji tevahî gelê welatparêz re xwest, şehîdên komkojiya Hewlêrê bi bîranîn û got: Heval Viyan zaroka Mexmûrê bû û em bi şahadeta wê pir bixemgînin.

Dijmin di her hêlê de, êrişî Tevgera Azadî dike. ji bo wê divê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin û li ser rêya wan bimeşin.

Li ser navê malbata Şehîd Viyan, bavê şehîd, Sedîq Spêrtî axivî û anî ziman ku xwedî-derketina li şehîdan erka her welatparêzekî ye û ev tişt got: Şehîd Viyan ne tenê keça mine, keça tevahî gelê Kurd e.

Em wek malbat pir bi şansin ku Viyan keça me ye. Keça min xeta berxwedanê hilbijartiye û li ber xwe daye. Em wek malbat bi keça xwe şanazin.

Li wargehê di her malekî de şehîd hene û ev yek ji bo me serbilindiye.

Piştî axaftina malbatê, merasîma bîranînê bi diruşmeyan bi dawî bû.

HPG’ê nasnameya du gêrîlayên şehîd eşkere kir

Back to top button