Nûnerê Rêveberiya Xweser bi partiya Karkeran a Norwêcê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê bi rayedarên partiya Karkeran a Norwêcê civiya.
Sedemên nebûna çareseriya krîza li Sûriyê, Insiyatîfa Rêveberiya Xweser û gelek mijarên din di civînê de hatin nîqaşkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi rayedarên Partiya Karkeran a Norwêcê re civiya.

Civîn duh Sêşemê, li avahiya parlamentoya Norwêcê ya li paytexta Norwêc Osloyê pêk hat.

Şandeya partiyê ji cîgirê yekemîn ê serokên komîteyên têkiliyên derve û parastinê yên parlamentoya Norwêcê Asmund Aukrust û parlamenter Mani Hussaini pêk hat.

Di civînê de hat destnîşankirin, tevî derbasbûna 12 salan di ser destpêkirina krîza li Sûriyê re, lê heta niha ti çareserî xuya nakin.

Ebdulkerîm Omer: Serhişkiya hikumeta Şamê rê li ber çareseriyê digire

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku serhişkiya hikumeta Şamê û redkirina danûstandinan, her wiha rijdiya wê li ser çareseriya leşkerî, temenê krîzê dirêj dike û rê li ber çareseriyê digire.

Omer destnîşan kir ku lawaziya ‘Itîlafa Sûrî’ û girêdana wê bi derve ve, sedemeke din a kûrkirina krîzê ye.

Di civînê de hewldanên Rûsya yên ji bo asakirina têkiliyên Enqere û Şamê jî hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku ger ev yek pêk were dê li ser hesabê gelê Sûriyê be û dê gavek di rêgeha şerê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be.

Beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyê jî rojeveke hevîditinê bû û behsa astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser hat kirin.

Her wiha aliyan mijara çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Rêveberiya Xweser tên ragirtin û erka civaka navneteweyî têkildarî wê dosyayê guftûgo kir.

“Divê hemû pêkhate beşdarî diyarkirina siberoja welêt bibin”

Di dawiya civînê de, aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina aloziya Sûrî bi rêbazên siyasî yên aştiyane, di çarçoveya biryara NY ya 2254’an û beşdariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di çareserkirina krîza li welêt de kir.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şaredara Kopenhagnê re civiya

Back to top button