Sûcên dermirovî li Efrîna dagirkirî dewam dikin

Desteya Jin û Kongra Star ên herêma Efrînê nerazîbûn nîşanî têkildarî sûcê destdirêjî li Efrîna dagirkirî dan û diyar kirin ku wan têkildarî sûcên têne kirin dosya pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine, lê heta niha bê bersivin.

Cîgira Serokatiya Desteya Jin a herêma Efrînê Hêvîn Hisên sûcên li Efrîn taybet li dijî jinan tên kirin şermezar û wiha got:”

”Herî zêde li dijî jin û zarokan sûcên kuştin, revandin û destdirêjî pêk tên.”

Hêvîn bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember van sûcan rexne kir diyar kir ku eger bêdengiya van rêxistinan dewam bike, dê sûcên bi vî rengî jî bidomin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Emîne Silêman jî êrişên zayendî li dijî zarokan şermezar kir .

Emîne da zanîn ku wan hemû sûcên li Efrînê hatine kirin belge kirine û ji aliyên peywendîdar re şandine, lê heta niha bê bersivin.

Emîne di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku jin û zarokên li herêmên dagirkerî biparêzin û bi erkên xwe rabin.

Back to top button