“Divê Rêxistinên Mirovî û Navnetewî bi erkên xwe rabin”

Destdirêja li zaroka 13 salî, rastî bertekên tund tê.
Li Heleb, Eyn Îsa, Kobanê û Til Birakê daxuyanî hatin dayîn û êrişa zayendî ya li dijî zaroka 13 salî bi tundî hate şermezarkirin.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku bi erkên xwe li hember van kiryarên bêexlaqî rabin.

Piştî bihîstina vê bûyera bê-exlaqî, hêrs û nerazîbûna gelê herêmê zêde bû.

Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinan û Komîteya Şilêr a Zarokan li Heleb û Eyn Îsayê bi daxuyaniyek hevbeş êrişên zayendî yên li dijî zarokan şermezar kirin û gotin:

Herêmên dagirkirî her roj bi êriş, kiryar û binpêkirinên mafan ji aliyên komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve didomin.

Di damên dawî de me dît ku bûyerên kuştin û destavêtinê li Efrînê zêde bûne.

Zaroka 13 salî ji aliyê çeteyên bi navê El Hemzat ve rastî destdirêjiyê hat.

Dubarebûna van sûcan mezintirîn belgeya hovîtiya van çeteyan û kiriyarên wan yên ne mirovî li dijî zarok, jin û civakê bi giştî ye.

Em bang li rêxistinên mirovî û navnetewî dikin ku êdî li dijî van sûcan bêdeng nemînin.

Kobanê-Rêxistina Sara: Dewleta Tirk ji van sûcan birpirsyar e

Li Kobanê jî Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser Jinan, balkişand ser kiryarên li dijî jin û zarokan li heremên dagirkirî.

Rêxistinê anî ziman ku ji van sûcan raste rast dewleta Tirk berpirsiyar e û got:

“Berdewamkirina kiryarên bi vî rengî asta hovîtî û binpêkirinên çeteyên dewleta tirk nîşan dide.

Em bang li rêxistinên parastina mafên jin, zarok û mirovan dikin ku dawî li vê rewşê bînin.

Meclias Navçeya Til Birakê: Kiryarên bi vî rengî, rê li vegera DAIŞ’ê vedike

Meclias Navçeya Til Birakê jî êrişa zayendî ya çeteyên dewleta Tirk a li dijî zaroka 13 şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk a faşîst li herêmên dagirkirî sûcan li dijî zarokan dike.

Rojane zarok tên kuştin û destavêtin li wan tê kirin.

Pêwîste saziyên navneteweyî erkên xwe bi cih bînin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.

Back to top button