Şêniyên Kobanê bi qalibên qeşa tîbûna xwe dişkînin

Şêniyên Kobanê bi qalibên qeşa ango bûzê tîbûna xwe dişkînin.

Germa havîna îsal zêde ye.

Qutkirina ava firatê jî, nebûna kehrebeyê bi xwe re tîne.

Ev rewş jî xelkê kobanê neçar dike ku di seatên nîvro de berê xwe dide qalibên qeşa.

Kawa Donxiz welatiyekî ji kobanê ye qalibên qeşa ji kargeha gundê êdiqê dikire û tîne li nava bajarê kobanê difroşe.

Kawa dibêje ji ber nebûna kehrebeyê xelk bi rêjeyeke zêde berê xwe dide qalibên qeşa.

Kargeh jî dikeve zehmetiyan û hijmareke ji 40 heya 50 qalibî rojane difroşe me.

Her qalibekî bi buhaya 5 hezar û 500 LS ji kargehê dikire û ji 6 hezar heya 6 û 500 LS li nava bajêr difroşe.

Xelk jî bi hijmareke zêde berê xwe dide gel wî.

Kawa dibêje ji ber kêmbûna madeya mazotê em hinek zehmetiyan dikşînin, lê tevî wê em hewil didin ku bi buhayeke kêm qalibên qeşa bifroşin.

Xwesteka kawa ji kargehên qeşa ew e ku hijmara qalibên qeşa zêde bike, da ku xelik bikaribin têra xwe bigrin û tîbûna germa havînê bişkînin.

Back to top button