Yemen..Li Hudeydayê fermandarê di asta duyemîn de yê Husiyan hate kuştin

Li bajarê El Hûdeyde yê Yemenê şer bidijwarî didome. Artêşa Yemenê ragihand ku li bajarê Hudeyda fermandarê Husiyan yê di asta duyemîn de hatiye kuştin.

Hêzên girêdayî artêşa Yemenê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku li bajarê Hudeyda yê dikeve rojavayê welat şerek dijwar navebra wan û Husiyan de rûdaye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, fermandarê Husiyan Ebdulwehab Mihemed Elî Bedredîn yê di asta duyemîn de ye, li navçeya Fureyhîmî ya Hudeyda hatiye kuştin.

Her gelek kuştî û birîndar jî hene.

Îro siharê jî Fermdanrê Hêzên Destwerdana Lezgîn ya Husiyan Ebû Taha El Murtaza hate kuştin.

Li Hudeydayê di hefteyekê de 150 kes hatin kuştin

Şerê vê dawiyê bû şerê herî giran ji Kanûna 2018’an dema bicihhatina agirbestê û vir ve.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Hûsî hîn bi pêş ve neçûne.

Rayedarekî ji AFP’ê re got,

Ji her du aliyan di nava hefteyekê de nêzî 150 kes mirine, 260 kes jî birîndar bûne.

Ev bîlanço ji aliyê berpirsyarekî xwecihî yê Hûsiyan ve jî hate piştrastkirin.

Back to top button