Şêniyên Helebê cenazeyê ş. Xalid Reşîd oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê cenazeyê endamê yek ji fermandarên YPG’ê Xalid Reşîd ku di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, spart axê.
Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn.

Şêniyan cenazeyê Ş. Xalid ji Nexweşxaneya taxa Şêxmeqsûdê wergirt û birin goristana şehîdan.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Hacir Meho axivî sersaxî xwest û weha got:

Ş. Xalid Reşîd têkoşîneke bêhempa meşand û bû nimûneyeke li tevahî xaka Sûriyê.

Emê li ser riya şehîdan heta rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmê, bimeşin.

Piştî axaftinê, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Dawiyê cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan hat veşartin.

Li Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û pêkhateyên navçeya Tirbespiyê jî 11 şehîdên meha Çileyê ku di dem û dîrokên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Endamê Meclisê Mihemed Ferhan anî ziman ku şehîd nirxê herî pîrozin ji ber ku xwe feda kirin da ku gelê herêmê di nava aştî û aramiyê de bijîn.

Back to top button