Hêzên ewlekariya hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir û ser saxî gel û malbata wî re xwest.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şehadeta endamê xwe daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;
“Endamê me Hisên El-Hisên di 2018’an de li Dêrazorê di encama êrişeke bombeyî ya çeteyên DAIŞ′ê de birîndar bûbû.
28’ê Îlona 2023’an gihişt asta şehadetê.
Şehîd Hisên ji bo parastina ewlehî û aramiya welatê xwe, fedekariyeke mezin kir,
Hemû erkên xwe bi fedakarî pêk anî û bi gel û welatê xwe ve girêdayî bû.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye.
Nav û paşnav: Hisên El-Hisên
Navê Bav: Mehmûd
Navê Dayikê: Fida
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrezor 12/11/1027
Cih û Dîroka Şehadetê: 28.9.2023 Dêrezor