Li Iraqê operasyoneke leşkerî ji bo bidawîkirina terorê

Artêşa Iraqê bi armanca avakirina ewlehiyê û têkbirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi taybet li parêzgeha Enbar û derdora sînorên Urdin û Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Desteya Ragihandina Ewlehî ya Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi fermana Serokwezîr û bi çavdêriya operasyonên hevbeş, qonaxa yekemîn ji operasyona ”Lehengên Iraqê” hat destpêkirin.

Desteyê eşkere kir ku wê Hzên Bajahî, Endama Operasyonên Bexda û Endamên Parastina Sînor beşdarî operasyonê bibin.

Li gorî daxuyaniyê, rûpîvana operasyona ”Lehengên Iraqê” 26 hezar û 238 KM çargoşe ye û eniyên operasyonê wê li Enbar, sînorê Urdin-Sûriyê, operasyonên Cizîrê, operasyonên Firata Navîn û operasyonên Bexdayê dide ber xwe.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî
Hizbullaha Libnanî grûpên çekdar ên Iraqî birêve dibe

Li aliyekî din ajansa Reutersê raporek belav kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku piştî kuştina Qasim Suleymanî, Hizbullaha Libnanî grûpên çekdar ên Iraqî birêve dibe.

Back to top button