Dewleta Tirk notên hevdîtinên Rêber Ocalan xist doznameya KCD’ê

Dewleta Tirk notên hevîdîtinê yên Rêber Ocalan û nirxandinên wî derbarê KCDê de, xist doznameya KCD’ê.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê Cotmeha 2018’an de ji ber xebatên wan ên KCD’ê, derbarê 64 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Lêpirsîna derbarê 45 kesan de temam bû û derbarê wan de dozname hat amadekirin.

Dewleta Tirk ji ber ku sûc derbarê 45 kesan de nedît, vê carî 40 notên hevdîtinên rêber Ocalan ku li ser KCD’ê nirxandin kiribû, weke sûc nîşan da û kir doznameya KCD’ê.

Parêzerên KCD’ê diyar kir ku eger ev sûc be, hevdîtinên bi rêber Ocalan jî sûc e.

Back to top button