Hêzên hikumetê deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin

Şer û pevçûna li Idlibê bê navber didome, şevê din hêzên Hikumeta Şamê careke din deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şevê din hêzên hikumeta Şamê deverên Kinsefra, Sifûhin û Mozra yên li Cebel El-Zawiyê bi mûşekan topbaran kirin.

Dewleta Tirk 35 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyê din jî, dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê didomîne.

Herî dawî çavdêriya Sûrî diyar kir ku artêşa Tirk 35 maşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin..

Bi zêdebûna şandina maşîneyên leşkerî ber bi Idlibê ve, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan ve, 5 hezar û 25 maşîne hatine şandin.

Back to top button