Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk li ser rêya Trindê rêbendeke kontrolê ya demkî ava kiriye û nasnameyên kesayetî yên şênniyan ji wan distînin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku duh êvarî çeteyên li rêbendê nasnameyên 7 kesan desteser kirin, di nav de nasnameya 2 jinên Kurd hebûn.
Piştî nasnameyan distînin jî, ji wan re dibêjin ku divê serî li Navenda qaşo bi navê “Emniyetê” bidin.
Li gorî heman çavkaniyan, armanca avakirina vê rêbendê ew e ku pereyan bi darê zorê ji şêniyan bistînin.