Li Almanyayê tecrîda li ser Rêber Apo hat protestokirin

Li bajarê Stûttgartê tecrîda li ser Rêber Apo bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li aliyê din li bajarê Munihê jî Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Stûttgart ê Almanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya nobetê hat lidarxistin.

Çalakgeran diyar kirin ku tecrîda heyî sûcekî navneteweyî ye û gotin:

“Divê demildest Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”

Piştre jî belavokên biyografiya Rêber Apo û belavokên bi naveroka “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareserî ” hatin belavkirin.

Li Munihê roja Kobanê ya cîhanê hat pîrozkirin

Li aliê din li bajarê Munih ê Almanyayê jî Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Qada Sendlînger hat lidarxsitin de, gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Di pîrozbahiyê de govend hat gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.

Li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakiya zincîra ji mirovan pêk hat

Back to top button