Jinên Ciwan ên Reqayê: Em tundiya li dijî jinan şermezar dikin

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê têkildarî sûcên jina ên li cîhanê bi tayberî jî yên li Îranê daxuyaniyek dan gotin: “Em hemû tundiya li dijî jinan şermezar dikin.”

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li Stada Beledî ya Reqayê têkildarî sûcên tundiyê yên li dijî jinan daxuyaniyek da.

Endama Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê Ibtîhal El Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de yekitiyê helwesta xwe li hember tundiya polîsên Îranê yên li jinan nîşan dan û gotin:

“Em hemû tundiya li dijî jinan şermezar dikin.”

Jinan diyar kirin ku tenê Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe û projeya neteweya demokratîk azadiya jinan parast û gotin:

“Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan şoreşa jinan bû şoreşeke cîhanî.”

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna azadiya jina dewam bikin û bi ser bixînin.

Back to top button