Çalakiya Mexmûrê ya li dijî tecrîdê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya Nobetê ya ku li dijî şikandina tecrîda girankirî û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Mexmûrê hatibû destpê kirin bi komek nû hat dewirgirtin.

Li ser navê koma 21’emîn Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan diyar kir ku azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha got:

“Eger Rêber Apo azad bibe wê hemû pirsgirêkên di nava Tirkiyê de çareser bibe.

Em hemû kesên ku îro ji bo Rêbertî ketine çalakiyan silav dikin, ji bo em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin divê em li her deverê çalakiyê berfireh bikin.”

Sultan Yilmaz destnîşan kir ku ew bi hêviya azadiya fîzîkî a rêber Apo çalakiyê li dardixin û ew bawer dikin ku wê bighêjin encameke baş.

Piştî axaftina Sultan Yildistan merasîma dewirgirtinê dewrî koma din hat kirin.

Çalakiya Mexmûrê a li dijî tecrîdê bi koma 12’emîn dewam dike

Back to top button