Çalakiya Mexmûrê a li dijî tecrîdê bi koma 12’emîn dewam dike

Li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo çalakiya nobetê dewame.
Îro jî çalakî ji aliyê koma 12’emîn ve hat dewr girtin.

Di dema dewirkirina çalakiyê de li ser navê koma 11’emîn çalakvanê bi navê Elî Ziravikî axivî.

Elî Ziravikî tecrîd bi tundî şermezar kir û got:

“Tecrîda heyî li dijî tevahî gelê Kurde.

Em wek gelê Mexmûrê vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin.

Ji bo ku em xwe azad bikin, divê em destpêkê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azadbikin. ”

Elî Ziravikî diyar kir ku wê gel û gêrîla bi şerê gel ê şoreşgerî vê tecrîdê bişkînin.

Her wiha bang li tevahî gelê Kurd hate kirinê ku hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikeve.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan Ya Şehîd Rûstem Cûdî di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêberê Apo hatibû destpêkirin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 52’an de didome

Back to top button