Artêşa Tirk a dagirker îro li Minbicê êrişeke hewayî pêk anî.
Di encama êrişê de 2 şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn.
Êriş îro piştî nîvro li dijî erebeyeke Meclisa Leşkerî ya Jinan li ser rêya gundê Hetabat ê başûrê bajarê Minbicê hat kirin.
Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di êrişa hewayî ya dagirkeran de 2 şervanên jin şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Fermandariyê êriş şermezar kir û wiha got:
‘Piştî binketina çeteyên Dewleta Tirk di êrişa li dijî gundewarên Minbicê de ev êriş hate kirin.
Eşkere ye ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tola binkeftina çeteyên xwe hilîne.
Lê dewleta dagirker wê nikaribe bi van rêbazên tirsonek bi ser bikeve.”
Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan diyar kirin ku ew ê wefadarên bîranîna şehîdan bin û got:
“Em ê têkoşîna ji bo azadî, rûmeta gelê xwe û welatê xwe bidomînin.”