Seroka Desteya Mafê Mirovan ji bo girtiyên Şêladizê serî li dadgehê da

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Manu Yaqu serdana dadgehê kir û xwest dadgehkirina girtiyên Şêladizê were lez kirin.

Manu Yaqu ragihand ku îro di serdana dadgehê de ji dadwer daxwaz kiriye ku ji bo veguhestina dosya wan lezê bike û got: “Dosya girtiyên Şêladizê, mijara sereke bû.

Li gel hinek dosyayên din ku li gorî wan gazindên ku li desteya me hatine tomarkirin em ê şopandina xwe li gorî erk û wijdana xwe berdewam bikin.

Girtiyên Şêladizê nêzî mehekê ne di girava birçîbûnê de ne.

Her wiha rewşa tenduristiya hin ji girtiyên Behdînanê û pênc çalakvanên Şêladizê ku di girtîgeha PDK’ê ya li Hewlêrê de ne, gelek xirabe.

Back to top button