Cenazeyên 5 koçberên ku di 21’ê Kanûna 2021’an de li peravên Yewnanistanê xeniqîbûn îro vegerandin Başûrê Kurdistanê. Ji wan cenazeyên 2 kesan li Koyê hatin veşartin.
Bi riya Balafirgeha Hewlêrê îro 5 cenazeyên koçberên din vegerandin Başûrê Kurdistanê û radestî malbatên wan hatin kirin.
Koçberên ku jiyana xwe ji dest dane, Ebûbekir Îbrahîm ê 31 salî ji Sengeserê ye, Sêvda Firya Elî ya 6 salî jî Hacî Ava ye,
Parêz Nasih Mihemed ê 21 salî ji Bazyanane, Jakaw Mihemd û Mihemed Rêbwar jî ji Koyê ne.
Cenazeyê Mihemed Rêbwar ê 2 salî û Jakaw Mihemed îro li gundê Şêwecan ê navçeya Koyê hatin veşartin.