HRE: Li Efrînê 3 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyarkirin ku di çalakiya hêzên wan ya li herêmên Efrînêd e, 3 leşker û çeteyek hatiye kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên di 3 û 4’ê Kanûnê de li herêmên Efrînê pêk anî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

3’ê Kanûnê hêzên rizgariyê li herêma Efrînê li dijî beregehek artêşa Tirk çalakiyek pêk anî.

Di çalakiyê de, 3 leşker hatin kuştin û 4 jî brîndar bûn.

Her wiha çekek û alavên leşkerî yên li ser leşkeran jî ket destê şervanan.

4’ê Kanûnê jî hêzên rizgrariyê li herêma Efrînê, li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin.

Di encamê de çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Hêzên rizgariyê diyarkir ku ev çalakî bi aramanca bersivdayîna artêşa Tirk a dagirker ku polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê didomîne pêk hatiye.

Ji bo tolhildan û bersivdayînê, hêzên wan çalakiyên xwe dewam dikin.

Back to top button