Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 52’an de didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrî ku li dijî tecrîdê destpêkiriye di roja xwe ya 52’an de didome.

Çalakîya Kon a ku 20’ê Tîrmaha 2023’an de destpêkiriye do ji aliye koma 11’emîn ve dewr hate girtin

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Dilvîn Oremarî li ser armanca çalakiyê axivî.

Dilvîn balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha got:

“Wek tê zanîn ji 25’ê Adara 2021’an ve bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, bi vê boneyê gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî dest bi çalakiyê kiriye.

Em jî weke malbatên şehîdan me di koma 10’emîn de cih girtiye bi şîara ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ dest bi çalakiya xwe kir.

Emê tecrîda ku tê pêkanîn bi şerê gelê şoreşgerî bişkênin û bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikin.”

Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 11’emîn hat kirin.

Dijî tecrîdê, çalakiya nobetê ya li wargeha Mexmûrê didome

Back to top button