Kongra Star êrişên li dijî herêmê şermezar kir

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirkiya dagirker zêde dibe.
Kongra Star êrişên dagirkeriyê şermzar kir û bang li hêzên cîhanî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin.

Kongra Star li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin:

“Di wextekî ku tevahî cîhan pêşwaziya roja têkoşîna li hemberî tûndiya li ser jinê dikin, dewleta Tirkiya dagirker êrişên xwe li dijî herêmê dewam dike.

Di nava 24 seatên dawî geoklek êriş pêk anî û di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn.

Em wekî Kongra Star êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê şermezar dikin.”

Kongra Star hêzên Koalisyonê wekî berpirsyarê van êriş û komkuniyan dît.

Her wiha bang li hêzên cîhanî û rêxistinên peywendîdar kirin ku li dijî dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li pêkhateyên herêmê jî kir ku li dijî êrişan asta berxwedan û tekoşîna xwe zêdetir bikin.

Ji bo xirakirina ewlehiya herêmê êrişên dewleta Tirk ranawestin

Back to top button