YE banga danûstandinên avaker li aliyên Lîbî û navdewletî kir

YE banga rûniştina li ser maseya danûstandinan, li aliyên şer ên Lîbî dike. Ji aliyê xwe ve Amerîka hişyariyê dide ku eger şer li bajarê Sêrtê gur bibe, wê qeyraneke mirovî li bajêr rû bide. Parlementerkî Lîbî jî dibêje, gelên Lîbyayê dê heta dawiyê, şerê çeteyên Erdogan bikin.

Yekîtiya Ewropayê bang li hemû aliyên şer ên Lîbyayê dike ku tev de werin li ser maseya danûstandinên avaker rûnin..

Li gorî wezareta derve ya Fransayê, nûnerê bilind ê YE û wezîrê derve yê Fransa, Îtlaya û Almanyayê daxwaziya agirbesteke lezgîn ji bo şer li Lîbyayê kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku her çar berpirs bi rijd bang li hemû aliyên Lîbî û navdewletî dikin ku hemû operasyonên leşkerî bi temamî bi dawî bikin û bi awayekî avaker dest bi danûstandinan bikin.

Amerîka hişyariya aloziyeke mirovî li bajarê Sêrtê da

Hemwextî banga YE, balyozxaneya Amerîkî ya li Lîbyayê jî, hişyariya aloziyeke mirovî li bajarê Sêrtê da û diyar kir ku gurbûna şerê li vî bajarî, aloziya Lîbî kûrtir dike û jiyana sivîlan bêhtir asteng dike.

Misbah Ewhîde: Gelê Lîbî bi hemû hêza xwe wê şerê çeteyên Erdogan bike

Girêdayî mijarê, parlamenterê Lîbî Misbah Ewhîde  diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan, destwerdanê bi awayekî xirab li Lîbyayê dike û teqez kir ku gelên Lîbî wê bi hemû hêza xwe, şerê çeteyên Erdogan bikin.

Ev yek piştî axaftina Erdogan, ku gotibû ew ê desteka Wîfaqê ya leşkerî û siyasî bidomînin û amadekariya êrîşekê li ser bajarê Sêrtê dikin, hat.

Her wekî, çavkaniyeke diplomasî Fransî jî, ji destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê hişyar kir, ku metirsiya destwerdana Tirkî êdî li ber deriyên Ewropayê ye..

Tê zanîn, bajarê Sêrtê xwedan girîngiyeke stratejîk e û dikeve devera heyvika petrolî û ev demek e çeteyên Wîfaqê li dordora wê, amadekariya êrîşa li ser wê dikin.

Back to top button