Hikumeta Şamê: 2 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tendurstiya hikumeta Şamê ragihand ku 2 kesên din li gundewarê Şamê bi vîrûsa coronayê ketin.

Wezareta Tendurstiyê diyar kir ku ev herdu kesên bi vîrûsê ketine, li bajarokê Rass El-Me’ra yê gundewarê Şamê ne.

Yekşema borî, hikumeta Şamê ev bajarok piştî tomarkirina 16 rewşan, xiste bin çavdêriyê.

Ev pêketina zêde li vî bajarokê, piştî danûstandina wan bi ajokarekî nexweş ê li ser rêya Sûrî-Urdin kar dikir, derket.

Bi van herdu rewşên nû, jimara giştî ya pêketiyên vîrûsa coronayê bû 146 kesî.

Heya niha, li herêmên li jêr destê hikumeta Şamê 62 kes ji vîrûsê rehet bûne û 6 jî mirine.

Dibe ku hikumeta Şamê tedbîrên tund bigire

Li alîkî din Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê diyar kir ku dê tedbîrên tund ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê bigire.

Wezareta daxuyakririn ku xetereya paşguhkirina tedbîrên tenduristiyê ji aliyê hin kesan ve bandorê li selametiya malbat, derdor û civaka wan dike.

Back to top button